Hûn bi xêr hatin “Arîn û Beybûn” ku em li ser rêya ber bi Zena Hundirîn ve ditewin, vedizilin û fîqefîqê dikin.
Werin, hûn jî bikêf û bi fîqefîqeke ku dem û fezayê ditewîne, beşdarî van yogîyên biçûk bibin ku hiş û bedenên xwe kifş dikin.
Kewê, Wisar, Xoser, Pişo..
Ew dê her hefte ji bo macerayeke nû rêwîtîyê bikin.
Li deşt û çîyayan, li gund û bajarên dîrokî em dê bi hev re bigerin.
Em dikarin her tiştî bikin. Em bi lîstikan dilîzin, govendê digirin, ji ajelan hez dikin.
Car caran jî şûmitîyên/mizawirîyên biçûk dikin. Dîmenên me yên şîrîn, bi saya “bikişîne bişîne”yê tên ser ekranê.
Caillou bi rêberîya dê û bavê xwe li derdora xwe dinêre, keşf dike û fêr dibe.
Caillou bi hevalên xwe re hest dike, xeyal dike û saz dike.
Caillou li ser ekranên Zarok TV’yê serborîyên xwe par ve dike.