Em bi sezoneke nû ya bernameya xwe vedigerin! Bernayeke tijî bazdan, hêcan û coş! Qewsikanê, Zembîlanê, Nehberk û Goggerok..
Em bi hev re bi hemû lîstikên xweş dilîzin! Em bi hev re stranên xweş dibêjin. Çerx ji bo “Kêf Kêfa Min e” dizivire!
Em bi sezoneke nû dîsa bi we re ne! Em tevî bi dehan hevalên xwe li bersivên gelek pirsan geriyan.
De em tev bi hev re bipirsin û bibersivînin! Em berê xwe bidinê ka me bersivên rast dîtine. Dibe ku dor were ser we jî!
Hevalino, hûn amade ne ku; Bajar bi bajar, gund bi gund, kolan bi kolan bigerin û lîstikên nû hîn bibin? Gulokê tê!
Em dê bi Gulokê re bi veşartokê û tepa min li te, bi xaran û canan bilîzin. Em dê hem bilîzin hem hîn bibin. Gulokê dest pê dike!
Hevalên me Ronî û Sarya her hefte tiştekî nû hîn dibin.
Werin em jî bidin pey wan. Dema Kurmancîyê li benda we ye.