Satelayt (Satellite)

Zêdetir

Weşana Zindî (Live)

Temaşe Bike
Bernameyên Me (2023 - 2024)
wesanazindi
direzede
Image Programme

Hevalên Kuçeya Kuncî

Niha di weşanê: 16:55 - 17:25

Hûn bi xêr hatin Kuçeya Kuncî; li vir, kûkla, di derbarê jîyanê de gelek tiştên balkêş hînî me dikin!

Vir, kuçeyeke wisa ye ku cinawirekî super-leheng, perîyeke bimeraq a sê salî û cinawirekî ji kulîçeyan hez dike digihîjin hev da ku hînbûnê bi me xweştir bikin.

Ji bo ken, dersan, tibabek henek û stranên bicoş amade bin!

Celo û Darkûtok

17:25 - 17:35

Va ye li hemberî we qehremanêkî nû; Celooooo!

Celoyê me difire, aqrobatiyê dike, aşvan e, şanoger e û carina jî astronot e!

Lê Celo, her ku tev dide, xirabtir dibe.

Heidi

17:35 - 18:35

Keçika swîsrî Heidi ji jîyana li serê çîyê hez dike û yekser hevalan çê dike.

Xortekî bi navê Peter heye ku her roj diçe ber kerîyê bizinan. Peter li cem Dapîra xwe dimîne, mala wan hinekî li jêra çîyê ye lê ne zêde dûrî gund e.

Kêfa Heidi’yê tê ku serdana Dapîra Peter bike û bi Peter re bilîze. Heidi, sembola rastî û qencîyê ye. Çîrokeke bicoş e û tijî serpêhatî ye!

Bikişîne&Bişîne (Sezona 4)

18:35 - 18:50

Em dikarin her tiştî bikin. Em bi lîstikan dilîzin, govendê digirin, ji ajelan hez dikin.

Car caran jî şûmitîyên/mizawirîyên biçûk dikin. Dîmenên me yên şîrîn, bi saya “bikişîne bişîne”yê tên ser ekranê.